Îsmaîl Kamil: Pêwîstiya me bi sazkirina lobiyeke Kurd heye
![]() |
Ismail Kamil |
Swêd: Endamê Partiya Gel a Lîberal û Parlamenterê Swêdê Îsmail Kamil di sala 1970an de ji bajarê Amûde li Rojavayê Kurdistanê koç kir û hat Swêdê. Ew li Kurdistanê endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê bû, lê dibêje: "Ji dema hatime Swêdê, nebûme endamê tu partiyeke Kurd." Kamil di vê hevpeyvînê de rexneyan li partiyên Kurd digre ku di hilbijartinên parlamen ên vê dawiyê li Swêdê bi awayekî eşkere piştîvaniya partiyeke diyarkirî ya Swêdê kirin.
Rûdaw: Bi baweriya jimareke zêde ya Kurdên Swêdê, bereya çep piştîvaniya pirsa Kurd dike. Hûn wek parlamenterê Partiya Gel çi dibêjin?
Îsmail Kamil: Bi baweriya min ev bandora salên 60’an e ku heta niha jî maye. Me ev qonax li paş xwe hiştiye. Wê dmê li gor piraniya me ku bereya çep piştgiriya gelên bindest dike û dijî împeryalîzmê ye, fikrên mode bûn lê li gor min siyasetkirina bi mentalîteya wê demê, xeletiyeke mezin e. Bi dîtina min, her Kurdek ku dibe endamê kîjan partiyê, pêwîst e li gor îdeolojiya xwe gavan tevbigere. Pêdiviya me bi hemû aliyan heye, min pir dereng dest bi siyasetê kir li Swêdê. Lê niha parlamenter im. Ev 30 salin Partiya Gel a Lîberal bi awayekî eşkere piştîvaniya gelê Kurd dike, mafê çarenûsê bo Kurdan rewa dibîne, wate Kurd bi xwe daxwaza çi bikin. Bawer nakim tu partiyeke din a Swêdî bi vî rengî piştîvaniya gelê Kurd bike.
Di vê dema borî de, li Amedê dadgeha 151 Kurdan hat kirin û ji Swêdê ji bo çavdêrîkirina dadgehirina wan çendîn parlamenter çûn. Çima hûn wek endamekî Partiya Gel neçûn?
Partiya Gel PKK’ê wek nûnerê tenê yê gelê Kurd nabîne û bawer dike ku xebata çekdarî ne di berjewendiya gelê Kurd de ye. Lewra bi awayekî eşkere piştîvaniya PKK’ê nekiriye. Derbarê dadgeha Amedê, daxwaz ji min jî kirin beşdar bibim, lê wek parlamenterekî nû, kar ewqasî bi ser hevde kom bûbûn ku min nekarî beşdar bibim. Ev nayê wateya ku Partiya Gel piştîvaniya siyasetvanên Kurd ên ku hatin dadgehkirin nake. Partiya Gel yekemîn partiya Swêdê ye ku daxwaz kir divê lêkolîn bê kirin li ser wê yekê ku çekên kîmyayî dijî gerîllayên Kurd hatine bikaranîn an na. Ti partiyeke din wiha bi eşkere daxwazeke bi vî rengî nekiriye. Herwiha berî çend salan, nûnerê Partiya Gel li YE daxwaz kir dema diyalog ligel Tirkiyê bê kirin, divê nûnerekî Kurd jî amade be.
Pirsgirêka penaberên Kurd li Swêdê hê didome. Heta niha bi dehan penaberên Kurd bi zorê bo Başûrê Kurdistanê hatine şandin. Helwêsta we çiye?
Li gor Partiya Gel, ev siyaseteke xelet e, lê divê bizanin gava partiyek tevî hikûmetê dibe, nayê wateya ku hemû tişt bi dilê wê dibe, dema partiyek di opozîsyonê de be dikare gotinên qelew bike lê di pratîkê de tiştekî neke, em ji vê polîtîkayê ne razî ne, lê nikarin hemû tiştî bikin. Mînakeke din a Partiya Gel ew e ku pêdagiriyê dike li ser vekirina konsolxaneyekê li Herêma Kurdistanê, me partiyên din neçar kirin ku vî karî bikin, herwiha me daxwaz jî kir ku divê konsolxane zêdetir bibe fermî û di paşerojê de wek balyozxaneyekê kar bike. Pêdiviya me bi sazkirina lobiyekî Kurdî-Swêdî li parlamentoya Swêdê heye. Loma pir kêfxweş bûm ku îsal 5 Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê bi ra û nerînên cuda bûn endamên parlamentoya Swêdê.
Bêguman hilbijartina 5 Kurdan nîşana pêşkeftina Kurdan li Swêdê ye, gelo ev ji bo gelê Kurd bi giştî girîng e?
Mixabin Kurdên ku di salên 1970 û 80’an de hatin Swêdê, dereng tevî partiyên Swêdê bûn, lewra girîng e ku ciwanên Kurd ên ku li vir jidayik bûne, tevî partiyên cuda yên Swêdê bibin. Hebûna her Kurdekî di her cihekî nazik de, reklameke baş e ji bo gelê Kurd. Mixabin dema em hatin derve, me wiha hizr dikir ku çend salên din wê Kurdistan rizgar bibe û em ê vegerin, lewra gelek ji me ji dêr û hem ji mizgevtê jî man û me stratejiyeke çewt hilbijart. Tê bîra min wê demê çend Kurdek bûn endamên Partiya Çep, me hemûyan rexne li wan digrtin ka çima tevî partiyên Kurd nabin, lê em şaş bûn û ew rast bûn. Me ew qonax derbas kir. Îro Kurd çalak in, daxwazên gelê Kurd rewa ne. Niha li parlamentoya Swêdê em 5 kes in, em hemû xwe Kurd dibînin û ti tişt nikare me ji hev dûr bike. Her yek ji me ji bo piştgirtina gelê Kurd kar dike.
Plana we ji bo karê hevbeş ligel parlamenterên Kurd ên din çi ye? Ji bo pêkanîna grûbeke parlamento ligel her çar Kurdên din ti xebatên we hene?
Ev du-sê hefteyên ku me li parlamento dest bi kar kir, têr nakin. Bi baweriya min baştir bû ku di nav komîsyonên parlamento de em çend kesek bûna, lê mixabin tenê ez di komîsyona polîtîka derve de me. Kurdên din ji bo vê komîsyonê nehatine dyarkirin, lewra wek erkê xwe dibînim ku yekemîn insyatîfê bikim. Piştê ku karên rûtîn xilas bibin dixwazim ligel Kurdên din dest bi danûsitandinê bikim.
Tê gotin ger planeke baş a partiyên siyasî yên Kurdan bi giştî hebûna, belkî 10 Kurd tevî parlamentoya Swêdê dibûn? Hûn karkirina partiyên Kurd li vir çawa dibînî?
Ger hemahengî hebûya, ji dêlva tenê ez li Uppsala biserkevim, sê Kurd bi serketa. Lê hevalên din li Uppsala, tevî ku 3 hezar Kurd li vî bajarî dijîn 200 deng anî. Divê komele û partiyên Kurd piştîvaniya kesekî bikin ku dizanin wê biserkeve û nehêlin dengên Kurdan belawela bibin. Wek mînak, li Stockholmê Evîn Çetîn jimareke zêde ya dengan anî, lê ji ber ku di partiyeke mezin de ye biserneket, lê bi dengên Evîn Çetîn dikarîbû du parlamenterên Kurd ên din çê bibin. Sîstem wiha ye, çiqasî partiya te biçûk be, derfeta te zêdetir dibe.
Projeya we ya pêşerojê ji bo 4 salên bê li ser doza Kurd çî ye?
Projeyeke min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê heye. Hêvî dikim di sala 2011’an de pêk bînim. Bawer dikim ji bo her parçeyên Kurdistanê tîmeke taybet amade bikin baştir e. Wê gave karibin konferansên mezin saz bikin. Wek mînak li ser Kurdistana Tirkiyê xelkê ji derveyî Swêdê vexwînin, pişt re jî bo parçeyekî din ê Kurdistanê tiştekî wiha bikin.
Biyografî
Îsmail Kamil li bajarê Amudê yê Rovajayê Kurdistanê jidayik bûye. Parlamenter û endamê Partiya Gel a Lîbêral e, berê rêveberê tendirustî yî Herêma Uppsala bû. Zewiciye û sê kurên wî hene.Geolojî û dermansazî xwendiye û mamosteyê zanîngehê ye. Xwe wek keskî liberal dibîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar