Ewrûpî di dadgehkirina bi kom a Kurdan de
Kawe Emîn
Sala borî, dewleta Tirkiyê bi hinceta karkirinê bo rêxistineke `qedexekirî`, sedan kesayetiyên siyasî û endamên komelên mafên mirovan û şarevaniyan, ku hemû Kurd in, xist zindanê. Piraniya kesên ku hatin girtin ji aliyê Kurdan hatine hilbijartin û baweriya siyasetkirinê bi dengên xwe, dane wan. Dewleta AKPê ya Erdogan propaganda guherîn û reforman li Tirkiyê dike, ev ji bilî dûrûtiya siyasî, ti navê din lê nayên kirin. Ji alîkî televizyonê bi zimanê Kurdî vedikin, ji alîkî din behsa wêya dikin ku nabe û ne karê kirinê ye, zimanê Kurdî bibe zimanê xwendin û perwerdê, ji ber serweriya Tirkiyê binpê dike û welat parçe parçe dike. Di gotûbêjekê de ligel hunermendekî bakurê Kurdistanê, derbarê kanala TRT6 got: Kanaleke qaçaxe, axir ji xwe nabe, ji alîkî zimanê Kurdî qedexe be û ji alîkî din televizyon bi Kurdî hebe, banek û dû hewa nabe.
Ji alîkî Erdogan behsa çareserkirina pirsa Kurd dike û ji alîkî din êrîşên leşkerî didomînin û kesayetiyên siyasî yên hilbijartî, digrin. 18ê vê mehê zêdeyî 150 kesan ji kesên ku par hatin girtin, ji aliyê dadgeha dewletê li Amedê, tên dadgehkirin. Helwêsta dewleta Tirkiyê di vê rojê de wê bi tevahî derkeve, gelo bi rastî dixwazin pirsa Kurd çareser bikin an ew hewldanên ku niha li holê ne tenê bo xapandina gelê Kurd in. Ger dewlet girtiyên Kurd azad bike, dibe mirov geşbîn be bi dahatûya çareseriya pirsa Kurd bi awayekî aştiyane, berevajî vêya wê hemû hewldanên aştiyê vegerin xala destpêkê. Ev jî ne di berjewendiya tu alîkî de ye, nemaze dibe sedemê ku tu baweriya Kurdan nemîne.
Jimareke zêde ya partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li Ewrûpa bo çavdêriya dadgehkirina kesayetiyên Kurd, di 18ê vê mehê de bona çavdêrîkirina dadgehkirinê serdana bakurê Kurdistanê dikin. Ji Swêdê partiyên Sosyaldemokrat, Çep, Jîngeh, Rêxistina Navenda Kurdocide li dadgehkirinê amade dibin. Ev yek dide xwiyakirin ku êdî Tirkiyê nikare wek berê, bi dizî Kurdan bigre û civaka navdewletî bêdeng bimîne. Li van welatên demokratîk de, siyasetkirin mafê rewa yê her takekesekî ye, herwiha rê li ber kesên ku bi eşkere dijayetiya biyaniyan dikin û xwediyên peyameke nijadî ne, nayê girtin û partiyên wan nayên qedexekirin. Loma helwêsta Tirkiyê li himber mafê siyasetkirinê bi awayekî eşkere û moletkirî, ji aliyê Ewrûpa nayê pejirandin û dibe astengek bo endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewrûpa (YE) de, ku ev zêdeyî 50 salî ye Tirkiyê hewl dide tê de bibe endam.
Niha Tirkiyê ketiye ser dû-rêyekê de ku divê piştî 80 salan ji înkarkirina Kurdan, fêrî wêya bûbe çep û rastê xwe bibîne. Ger di 80 salan de nekarîbe Kurdan asîmîle bike, wê di vê heyama bihev re jiyanê û pirçandî ya ku cîhan tê de derbas dibe, ji xeynî xewn û xeyalan, helandina ziman, çand û neteweyan wek mirov serê xwe li keviran bide.
Ligel ku ev dehan sal in, Tirkiyê dixwaze başûrê Kurdistanê û bakur tevî şerekî nexwest bike, da ku bi vî hawî kesayetiya Kurd têk bide, lê herdem bi destê vala vedigere. Di hevpeyvîna Kovara Gulan de ligel Cîgirê Serokê PDKê Kak Nêçîrvan Barzanî, bi awayekî eşkere derdikeve ku tu aliyekî Kurdî careke din bi destê xwe mala xwe wêran nake, ji wan re dibêje, ger hun dixwazin zûtir pirsgirêkê çareser bikin herin ligel PKKê diyalogê bikin ji ber bê muxatabwergirtina PKKê, hemû hewldanên aştiyê nagihin armancên xwe û ji xeynî xwe-westandin û wendakirina demê ku ne di berjewendiya tu kesî de ye, encameke baş nade.
Çendîn metodên çareseriyê hene ku Tirkiyê dikare sûd ji wan werbigre, wek mînaka aştiyê li Irelanda Bakur, Bask li Îspanya, Başûrê Efrîqa. Dîrok mirovayetî fêr kiriye ku her şerek bi aştiyê bidawî dibe, herwiha Amerîka ku alîgirên Talîban wek dêwên sêserî bi cîhanê dan nasandin, kêfxweş e bi diyalogên nehênî yê Serokkomarê Efganistanê Karzay û Mela Umer ê Talîban. Loma karê herî hêsan û baş ewe ku Tirkiyê gotûbêjên xwe yên ligel birêz Abdulla Ocalan li Îmraliyê bidomîne û guhdariya şîretên siyasî yên başûrê Kurdistanê bike ku tecrubeyeke wan a zêde di şer û aştiyê de, ligel dewleta Iraqê, heye. Tirkiyê bi aştiya ligel Kurdan, zerer nake, berevajiya wê pêdagirî li ser şer hem li navçê û hem jî li cîhanê, Tirkiyê berbi hilweşîn û karesatên mezin dibe.
Piştî referendûma 12ê Îlonê ku hêza Kurd û AKPê û hêzên nijadperest Tirk eşkere bû, zemîna aştiyê ji zemîna şer baştir e, loma karekî aqilmend e hem Kurd û hem jî dewleta Tirkiyê keysan ji destê xwe bernedin, yan na nijadperest bê deng nabin û wê dest bi lêdana dahola şr bikin. Dibe bi lezandina hewldanên aştiyê nehêle partiyên nijadperest ên Tirkiyê, careke din daholê cengê lêxin û baştir e Erdogan jî dest ji polîtîka banek û dû hewa berde û çav li Brîtanya û Efrîqa Başûr bike, ku ne ku zerer nekirine, lê welatên xwe ji bextreşiyên mezin dûr xistin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar