به‌خێربێن بۆ وڵاتی خۆتان



21 december 2010


Kawe Emîn


Mamoste Mesûd Mihemed ê gorbuhişt, di nivîseke xwe de hema bêje wiha gotiye: Ger rojekê girêbestek di navbera giyandarên goştxwer û giyaxweran de bê îmzekirin û tê de xwarina goşt bê qedexekirin, wê giyandarên giyaxwer bi her deh tiliyên destê xwe mor bikin, lê gelo goştxwer amade ne îmze bikin?

Gelê Kurd ku bi dirêjiya dîrokê sitem lê hatiye kirin û hatiye çewisandin, herdem daxwaza aştiyê kiriye lê destê aştîxwaz ê Kurdan gelek caran hatiye birîndarkirin û carna ji binî hatiye jêkirin. Mînak zêde ne û pêwîst nake wan li vir rêz bikim.

Di van rojên borî de, min hevalekî xwe yê Kurdê Bakurê Kurdistanê dît. Wek herdem me behsa pirsa Kurd kir û hewldanên ku niha behsa wan tê kirin derbarê çareserkirina pirsa Kurd de. Vî hevalê ku di destpêka salên 90’an de çend salên temenê xwe di zindanê de derbas kirin û tama lêdan û biçûkxistina cendirme û MÎTê Tirk kiriye, ku ne dijî aştiyê ye û pir jî li benda rojeke wisa ye ku vegere Kurdistanê, lê çîrokeke ku hê di mejiyê wî de deng vedide ew ditirsand, loma got ne xerab e serpêhatiyeke destpêka salên 1905’an ji sedsala borî ji te re vebêjim ku dê û bavê min bi çavên xwe dîtine.

Di wê heyamê de li bajarê Farqînê mêrek bi navê Hemîd Mela Soro dijî dewleta Tirk serî hildide û piştî ku efserekî bi navê Ferhad û sê zêrevanên wî dikuje, ligel du hevalên xwe berê xwe didin serê çiyayên derdorê. Êdî dewleta Tirk tevahiya hêza xwe kom dike bona kuştin an jî girtina van her sê kesan. Rojekê dema di nava şikefteke pir dûrûdirêj de ne, çaraliyên wan dorpêç dikin, lê Hemîd û hevalên xwe berxwedaneke mezin dikin û razî nabin xwe teslîm bikin, lewra waliyê Diyarbekirê bi xwe tê cihê bûyerê û dema dibîne ku Artêşa Tirk bi dehan kon li wir vedane û Hemîd jî ji şikeftê nayê derve, sunda namûs û rûmetê ji wan re dixwe ku ger xwe radestî dewletê bikin, wê wan bi awayekî sivik dadgeh bikin û ti kes gotineke xerab jî ji wan re nabêje!

Bi wî awayî Hemîd û hevalên wî; tefere dixwin û xwe radestî dewletê dikin. Tişta yekem a Tirk dikin, simbêlên dirêj û boq ên Hemîd jêdikin ku di wê serdemê de ew nîşana mêrxasî û zilamtiyê bûn. Pişt re dest û piyên wî girê didin û tînin bajarê Farqînê. Bi awayekî eşkere û li pêşiya xelkê bêyî ku kes dengê xwe derbixe, îdam dikin. Da bibe îbret û kes cesaret neke carekê li dijî Tirkiyê tevbigere. Şeref û namûsa waliyê Amedê jî tenê ji bo xapandina Hemîd û hevalên wî bû.

Her di vê peywendiyê de ya ku Tirkê sekûler û nûjen anîn serê hunermend Ehmed Kaya. Tenê ji ber ku gotiye, ez ê di albûma xwe ya nû de straneke bi Kurdî bêjim û jê re klîpekê derbixim. Ji xwe ez bi xwe jî Kurd im. Êdî ew herdu gotin bûn agir, berbûn giyanê rewşenbîr û ne rewşenbîrên Tirk û Ehmed Kaya dersînorî welat kirin. Di dawî de jî bi xemê jiyana xwe dest da.

Ev demeke dirêje ku Tirkan gotiye; Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye. Dibe ku her ji ber wê yekê jî be Erdogan dixwaze beşdarî 10. salvegera wefata Ehmed Kaya ya li Stenbolê bibe. Wê demê ji Hemîd Mela Soroyan re digot; Çete, “Eşqiya”. Li gor vê serdemê jî ji Ehmed Kaya re digotin; “Terorîst”. Heta rojnameya Hûrriyet a Tirkiyê wê demê di rûpelê yekem û li kêleka wêneyê Kaya de manşêta “Eve Bêşeref” e nivîsandî bû.

Armanc ji anîna van mînakan eve; nabe ku em Kurd bi girnijînek dijminî bikevin dîlanê. Ya ku min hinekî dilxweş dike, eve; dema mirov li gel siyasetmedarên bijarte yên Bakûrê Kurdistanê diaxive, mirov têdigihe ku mejiyê xwe rizgar kirine û di mejiyê xwe de “Kurdistanek Xweser” çêkirîne. Bi kurt û Kirmancî, wisan diyare vê carê Kurdên Bakûr tenê bi şeref û namûsxwarina Tirkan bawer nekin, nekevin derdê Ehmedê Mela Soro û bi destê vala venegerin.

Hemîdê Mela Soro û Ehmed Kaya

Inga kommentarer: