به‌خێربێن بۆ وڵاتی خۆتان



11 maj 2011

له‌ یه‌که‌مین ساڵیادی له‌ سێداره‌دانی 4 تێکۆشه‌ری کورد له‌ ناویاندا مامۆستا فه‌رزاد که‌مانگه‌ر،  ڕاپرسییه‌ک له‌گه‌ل به‌رێزان: د.رویا طلوعی، کاوه‌ ئه‌مین ، نێگین شیخولئیسلامی، سامان ره‌سولپوور و مه‌لائیکه‌ عه‌له‌م هۆلی...



ئه‌م بابه‌ته‌ به‌ دورودرێژی به‌ کورمانجی سه‌رو له‌ رۆژنامه‌ی رۆژانه‌ی  ئازادیا وڵات، 11/5 له‌ دیاربه‌کر بڵاو کراوه‌ته‌وه، لێره‌دا ته‌نها به‌شێکی گفتوگۆکان بڵاو کراوه‌ته‌وه‌‌
ئاماده‌کردنی: دێرسیم ئوره‌مار‌

Ferzad bû xwîna azadiyê di demarên civakê de

Ev nivîs li ser salvegera bidarvekirina 5 çalakgerên siyasiyên kurd û îranî yên di girtîgeha Êvîna Tehranê de ye


11/05/2011
DÊRSIM OREMAR





Ev nivîs li ser salvegera bidarvekirina 5 çalakgerên siyasiyên kurd û îranî yên di girtîgeha Êvîna Tehranê de ye...

Van girtiyan bi berxwedan û derkirina hin nameyan ku di girtîgehê de nivîsandibûn rêbazeke nû li Îran û rojhilatê Kurdistanê dane destpêkirin, nameyên ku di hucreyên tarî û reşçalên mirinê de di şert û mercên cuda de hatibûn nivîsandin text û dilê dîktatoran lerizand. Wijdana mirovahî hejiya û heta pan-Îranistan jî piştgîrî da van çalakgerên kurd, bi awayekî ku piştî bidarvekirina van li Kurdistan, Îran û hin welatan greva birçîbûnê hat îlankirin. Bi van nameyan re êdî kêm kes li Kurdistan, Îran û seranserê cîhanê hene ku van nas neke û bûne navên nemir... Di yekemîn salvegera vê qirkirina siyasî û fizîkî de, min xwest raya hin çalakvanên medenî-siyasî û rojnamegerên rojhilatê Kurdistanê der barê astê karigeriya berxwedan û nameyên ku di girtîgehan de hatibûn nivîsandin li ser civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê.
Çalakvana medenî û lêkolîner Dr. Ruya Tuloî: Di rastiyê de berxwedana pênûsê, hêjatirîn nav e ku ji bo wê pêngavê hatiye hilbijartin. Lazim e balê bikşînin ser ku zîndanîbûna şehîdên 9’ê Gulanê li bajarê Tehranê û derfeta peywendiya torê ya çalakvanên mafên mirovan ku karîbûn bikevin nav Zîndana Êvînê faktoreke girîng bû ku şehîd Ferzadê xwedî pênûs baştirîn kelik ji bo xizmetkirina neteweya kurd û nîşandana rûxsarê şaristanî û aştîxwaziya kurd kelik jê wergirt. Eger mamoste Ferzad li Sine û Kirmanşanê hatiba ragirtin belkî nekarîba wî dengê bihêz derbirîne.

Her wiha faktora azayetî, rastbêjî û berxwedana Ferzad bêhempa û girîng bû. Gelek kes di girtîgehên Tehranê de hene û îmkana peywendiya bi derveyî girtîgehê jî hene lê yan bi bawer nîn in yan newêrin yan jî xwedî vê pênûsê nîn in. Ji bo bandora navxweyî ya berxwedana pênûsê dikarim bêjim Ferzad bû xwîna azadiyê di demarên laşê civaka wêran û westiyayiya Îran û bi taybet Kurdistanê.

Sîmaya ku Ferzad bi azadî, aştîxwaziya xwe nîşan da, di guhertina hin bîr û boçûnên li ser kurdan gelek bi bandor bû, her wiha Ferzad şehameta kurdan bi giştî xist berçavên îraniyan.

Ferzad bizaveke hizrî û medenî rêkxist û ji bo mangirtina piştî şehadeta wan hevalan em dibînîn ku hemû beşên civak û partiyê siyasî ketin pey wê bizavê.

Di astê navneteweyî de Ferzad bû sembola îroyina aştîxwazî û mafxwaziya gelê kurd. Bi awayekî ku Hilary Clinton jî di rapora Amerîkayê ya der barê binpêkirina mafên mirovan ya li Îranê behsa bidarvekirina çalakvanên medenî dike. Ferzad xwîna hunermendan jî da kelandin û xist lerzînê. Bi awayekî ku dikarim bêjim: Berxwedana pênûsê li ser sê beşên siyasî, civakî û çandî bi bandor bû.

Ev şêweya xebatê ew qas serkeftî bû ku rejîm li cendekê bêcanê Ferzad, Şîrîn, Ferhad û Mehdî jî tirsand. Gelo ev kes çi qehreman bûn ku cendekê bêcanê wan jî dilê dîktatoran dilerizîne?

Çalaka medenî û meta şehîd Şirînê, Melîke Elemhulî: Xweragiriya zîndaniyên siyasî di rewşeke de bû ku hemû şêwazên îşkenceya cesteyî, derûnî û kîmyeyî li hemberî wan bikarînabûn, lê serbarî wê jî celadên dagirker nikarin bo demekê jî morala şoreşgeriya wan sist bikin. Ji ber vê taybetmendiyê jî mamoste Ferzad û hevalên din ji aliyê hemû kesên azadîxwaz xwedî rêz û hurmet in û bûne sembolên rêbaza nû ya şoreşa gelê kurd li rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Tevî vê berxwedana bê hempa ku têkoşerên gelê kurd di girtîgehên Îranê de ku bi ‘reşçalên mirinê’ tên binavkirin, dabûn destpêkirin bandor li ser girtiyên din jî çêkir. Her di wan reşçalan de û bi nameyên xwe yên ji girtîgehê dan selimandin ku di reşçalan de jî dikarin xebata xwe berdewam bikin û bi namayên ji zindanê dengê gelê xwe bigihînin hemû cîhanê.

Van nameyan karî xelkê Kurdistan û raya giştî ya cîhanê ji sûcên komara îslamiyê ku di girtîgehan de tên encam dan agahdar bikin û rûyê rastîn û dirindetî û wehşeta komara Îranê raxîne berçavan.

Nivîskar û lêkolîner Kawe Emîn: Piştî sala 2001’ê bizaveke rewşenbîrî û edebî li rojhilatê Kurdistanê serî hilda ku ji bizavên beriya hingî cudatir bû. Ev bizav zêdetir ji aliyê ciwanan ve dihat birêvebirin û bandora guhertinên cîhan û Rojhilata Navîn û gorankariyên ku li beşên din ên Kurdistanê de dest pê kiribûn, bi taybetî xebatên medeniyên ku li bakurê Kurdistanê bandoreke rasterast li ser bizava ciwanên kurd li rojhilatê Kurdistanê hebû.

Nameyên mamoste Ferzad Kemanger û hevalên din ji girtîgehê gewahiya vê didin ku bi heq ev bizav bizaveke medenî û mirovane bû ku dibe di paşerojê de ne tenê li Kurdistan belkî li seranserî cîhanê de bibe ders û li xwendingehan de bê xwendin, çimkî pir in ji hezkirina mirovan, jîngeh û cîhanbînî bi nêrîneke nû ku mirov têde bi azadî û yeksanî dijîn.

Çalaka medenî û berpisra sentera jinên Azermêhr, Nêgîn Şêxulîslamî: Bi baweriya min wan çar şehîdan bi hev re û bi hemaseta xwe ya hevbeş karîn vê rojê biafirînin, ferqek di navbera wan de tunebû, Ferzad dengê mamosteyekî ji dilê gundên Kurdistan ji dilê zarokên kurdan, Elî qêrîneke bêdeng ji çiyayên Kurdistanê, ji Qendîlê, Elî ango heman şehîd Soran sembola berxwedan û sebr û baweriya bi demokrasî û azadîxwaziyê bû, Ferhad deng û hawara bavekî, bavê ku dersa berxwedan û têkoşînê hînî zarokên xwe kiribû, zilamek ku di girtîgehê de hemûya jê hez dikir, zilamê ku her tim di nameyên bo keça xwe de, hewl dida wê wekî jineke azad bi gotar û kiryareke jinan e û azad û bawermendê cewhera xwe perwerde bike. Lê Şîrîn keça ku hemû girtiyan jê hez dikir, keça ku dixwest nîşan bide ne xwîndeware, lê di girtîgehê de bû mamoste, ji mafê jinan digot, ji wekheviya wan...Keça ku di xema hertişt û herkesî/ê da bûn, wê di girtîgehê de parastina rewa hînî hevbendên xwe kir û ji mafên rewayên kurdan got.

Roja ku lêpirseran ez û Ferhad bi hev re rû bi rû kirin tê bîra min, Ferhad got: silavên min bigihîne hemû hevalan û mirovên azadîxwazên Kurdistanê û ji wan re bêje ku ev (mebesta wî lêpirser û hêzên parastinê bû) dixwazin bibin Don Kîşotên me, lê me bi xwe Don Kîşotên xwe hene.

Min got: lê hûn serbest tên berdan û hukmê darvekirina we cih bi cih nabe, çimkî hûn bê guneh in, we karek nekiriye ku bên bidarvekirin, şehîd Ferhad keniya û got: Lê em ê bên bidarvekirin û lazim e me li sêdarê bidin, mirina me destpêka têkoşîneke nû di rojhilatê Kurdistanê de ye, mirina me destpêka yekgirtineke nûjen di Rojhilatê welat de ye.

Vê demê min bi başî wateya wan gotinên wî fêm nedikir, lê niha bi bîranîna bîreweriyên xwe yên girtîgehê gotinên wî wekî gewherekê his dikim.

Rojnemeger û çalakvanê medenî Saman Resulpor: Nameyên şehîd Ferzad bê endaze bi bandor bû, ji ber ku tecrubeyên mirovîn ên wî û evîna wî ya kûr ji bo mirovan vedigot. Dema ku ji bo şagirtên xwe dinivîsî, wekî hevlîstik û hevalekî wan dinivîsî û dersa jiyan, evîn û hezkirinê nîşanî wan dida.

Rastiya hezkirina mirov û welatî. Dema ji bo pasevanê xwe dinivîsî, dîsa nêrîna wî mirovî bû. Hêvî dikir ku ev jî bibe mirov. Ji wekî xweyan hez bike, şîret lê dikirin, Ferzad nêrîna xwe ya kûr bi edebiyat û şêwazeke cuda û bedew radixiste ser kaxezê. Nameyên wî ji sînorên wêjeyê wêdetir bûn, wî îman bi wan tiştên ku digotin û dinivîsîn hebû.

Bi dilpakî dinivîsî û ji ber ku ji dil dinivîsî, li ser dil rûdinişt, wî bi rêya nameyên xwe berpêng didan mirovan. Dersên fedakarî, têkoşîn û heqxwaziyê hînî hemûyan dikir. Êdî tenê muxatabên wî şagirdên wî di gundên dûrdest de nebûn, belkî dersên wî hemû sînor têperandin, şagirdên wî bi hezaran an bi milyonan kes bûn. Di Kurdistan û Îranê de û belkî jî wêdetir ji van.

Nameyên wî guherîner bûn û dikarim bêjim sermayeyeke mezin in ku ji mamosteyekî têkoşer û mafxwaz û egîd bi cih mane. Ji bo heta hetayê û ji bo hemûyan.



Inga kommentarer: