به‌خێربێن بۆ وڵاتی خۆتان



30 december 2010

Kawe Emîn


Mehmud Baksî u Mehmed Uzun legel
peşmerge da
 
Rudaw/Stockholm

Mehmûd Baksî piraniya temenê xwe li Swêdê derbas kir, lê xewna wî herdem welatekî tenê, Kurdistan, bû. Soz ji Olf Palme wergirt ku piştîvaniya gelê Kurd bike, lê hat terorkirin û çend salan jî Kurd bi terorkirina wî hatin gunehbarkirin. Termê Mehmûd Baksî çû welat, lê hê "Serê çiya bi dûman e" ew strana ku wî digiryand li Amed tê gotin.

Roja 19.12.2010an, li Stockholmê ya paytexta Swêdê rêûresma helkefta dehsaliya koça dawî ya nivîskarê Kurd Mehmûd Baksî (1946-2000) ji aliyê binemala wî hat sazkirin. Di semînerekê de çend kesan ji dostên Mehmûd Baksî axifîn.

Biraziyê nivîskar, Kurdo Baksî bo Rûdawê ragehand ku xwestine piştî 10 salan bo cara yekem wek rêzgirtinekê li Mehmûd Baksî ku 27 pirtûk, çîrok, roman û nirxandinên siyasî li ser pirsa Kurd nivîsandine, semînerekî lidarbixin.

Di destpêkê de, akterê Swêdî yê navdar û dostê Mehmûd Baksî, Tomas Bolme kurtiyek ji jiyannameya zaroktiya Baksî xwend ku tê de bal kişand ser çawa Mehmûd Baksî dest bi xwendinê kir bê ku zimanê Tirkî bizane û çawa mamosteyê wî li ser axaftina bi Kurdî lêda û sivikatî pê kiriye."

Pişt re hevsera Swêdî ya Mehmûd Baksî, Ellen Klasson behsa bihev re jiyana 25 salan a xwe û Mehmûd Baksî kir. Bîranînên xwe wek hevser û rojnamevan bibîr anîn û got: "25 sal jiyan ligel Mehmûd Baksî, hem tehl û hem jî şêrîn bûn, nemaze çend salên dawî yên jiyana Mehmûd ji ber nerîn û baweriya wî ya siyasî, ji aliyê xizmên xwe di quncikê de hatibû bertengkirin, dibe mirin tiştekî xweş bûbe ji Mehmûd Baksî re, ji ber mirin jê re bihnvedaneke herdemî bû."

Ellen wiha axifî:"Şiyanên Mehmûd pir bûn, kesek bû ku herdem bi xwe û pêlava xwe ya biçûk di revê de bû. Nizanim çawa bû bi vî rengî ketim dava mêrekî bejinkurt û simbêl boq ê Kurd de, lê bê guman ketibûm dava şêrînî û dilrevîniya wî de ji ber ew mirovekî xwînşêrîn bû. Zimanê wî pir xweş bû, loma ez bûbûm wek sekretera wî û nivîsên wî ji Tirkî û Kurdî dikir Swêdî û dinivîsand. Bi vî awayî me çend kitêb bi hev re nivîsandin."

Beşdarekî din di semînera dehsaliya Baksî de, rojnamevanê Swêdî yê navdar û edîtorê berê yê beşê çandî yê rojnameya Aftonbladt û serokê berê yê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Peter Kornman bû, ku zêde pesinê Mehmûd Baksî da wek Kurdekî û wek nivîskar û romannivîs jî.

Peter ji ber nivîs û piştîvaniya wî bo doza Kurd got: "Pir caran min dibihîst ji min re dibên Peter Kurdman, ev şanaziyeke mezin bû ji min re." Peter behsa wê serdemê kir ku serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû û Mehmûd Baksî jî endamê desteya îdarî ya yekîtiyê bû. Navbirî Mehmûd Baksî wek nivîskarekî çalakvan û jêhatî bi beşdaran da nasîn û behsa wêya kir ku herdem Mehmûd Baksî bo endambûna nivîskarekî di yekîtiya han de, naveroka nivîsên wî yên wêjeyî liberçav digirt û tu deman nedifikirî ku ev nivîskar xwedî çi baweriyê ye: "Ger berê xwe bidî lîsteya endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêdê dibînî ku nivîskarên Kurd di nav penaberan de, pişka şêr disîtin û ev nîşana wê yekê ye ku gelê Kurd di warê edebî de çalak in, dibe têkiliya vêya jî bû wê yekê ve hebe ku herdem bo zindî hiştina zimanê xwe di xebatê de bûne."

Keya Îzol hevalekî nêzîkî Mehmûd Baksî bû û bo Rûdawê got: "Mehmûd Baksî mirovekî bi tevahî Kurd û Kurdistanî bû, tu wextan tenazul ji Kurdbûna xwe ligel tu kesî nedikir û tevahiya jiyana xwe pêşkêşî neteweya xwe kir, mirovek bû ku herdem dergehê mala wî ji her Kurdekî re vekirî bû, herdem dema behsa Kurdistanê bo Swêdiyan dikir wek welatekî dagirkirî ji aliyê dewletên ku Kurdistan dagîr kirine dida nasîn. Dibe hezar caran ev yeka bo Swêdiyan dubare kiribe."

Mehmûd Baksî di dema koçberiya milyonî ya Başûrê Kurdistanê de ku bi sedemê êrîş û gefên rêjîma dagîrker a Iraqê di 1991an de, ligel hunermend Şivan Perwer hat Kurdistanê û di ahengan de ligel sirûdên şoreşvanî yên Şivan Perwer gel coş dikir ku liberxwe bide û azadiya xwe ji dest nede.

Ji xeynî ku Mehmûd Baksî kesekî ronakbîr û siyasî bû, lê mirovekî peyxweş bû, bi geşbînî berê xwe dida paşerojê, û pir alîkariya penaberên Kurd bi giştî û yên Bakurê Kurdistanê dikir û di salên 1970an de bi mebesta piştîvanîkirina penaberên Kurd, bi piyan ji bajarê Uppsala ligel çend hevalên xwe, rêyeke dûr û dirêj derbas kir û medya wê demê ya Swêdê, girîngiyeke zêde da vê çalakiyê. Lê mixabin di dema nexweşiyê de ku ji her wextî bêtir pêwîstiya wî bi hebûna heval û xizmên wî hebû, ji ber telefoneke Abdulla Ocalan û û beşdarkirina wî di bernameyên Medtv de, pişta xwe danê û di dawiya jiyana wî de, bêtir alîgirên PKKê, xizmeta wî kirin. Keya Îzol wiha axifî: "Mixabin di salên jiyana xwe yên dawî de, hest bi tenêtiyê dikir. Ez vêya bi baweriyên wî yên siyasî û malbatî û bê wefatiya Kurdan ve girê didim ku di demên tengasiyê de bi hawara hevdu ve naçin." Lê Keya Îzol eşkere dike ku ew piştîvaniya mezin ku hinek aliyan di rojên wî yên dawî de lê kirin, bû derman û hişt ku bi aramî çavên xwe heta hetayê bigre.

Hevsera Mehmûd Baksî Ellen Karlsson jî rexneyan li Kurdan digre û dibêje: "Kurd tahemûla ra û nerînên azad nakin û siyasetê datînin pêşiya hevaltî û merivantiyê û ev şaşîtiyeke pir mezin e."

Baksî mirovekî dengxweş jî bû, dema mirov guhdariya çend lawikên wî yên bi Kurmancî dike, hest dike ji kûrahiya dilê xwe neteweya xwe dilorîne. Akterê Kurd û Swêdî yê navdar û dostê nêzîk ê Mehmûd Baksî, Kemal Gorgur dibêje: "Kekê Mehmûd mirovekî heta dawî Kurd bû. Ji dil bo pirsgirêka neteweya xwe dişewitî, kesekî humanist bû, deriyê mala wî wek deriyê dilê wî ji her Kurdekî re vekirî bû. Şev bûna yan bi roj, jê re bigota pêwîstiya Kurdekî bi te heye, bi xwe diçû serdana wî. Tiştekî balkêş di navbera Mehmûd, Ehmed Kaya, Mehmed Uzun û Yilmaz Guney de hebû. Li himber dagîrkeran de wek çiyayên Kurdistanê bûn, lê wekî din pir dilnazik bûn. Mehmûd kesekî wiha bû zû hestê wî birîndar dibû, nemaze ger Kurdekê bê bingeh rexne lê bigrta."

Mehmûd Baksî di wê dema dirêj de ku li Swêdê bû, çend caran ji aliyê kesayetiyên siyasî û desthilatdarên Swêdê hat pêşwazîkirin û li ser pirsa Kurd gotûbêj kirin, wek serokwezîrê terorkirî yê Swêdê Olf Palme. Kemal Gorgur ku bi xwe di rûniştineke Mehmûd û Palme de amade bû, got: "Dema em çûn ba Olf Palme, heta deriyê derve hat pêşiya Mehmûd û ew hembêz kir. Di rûniştinê de Mehmûd Baksî bi awayekî eşkere daxwaz ji palme kir ku piştîvaniya gelê Kurd bi giştî û Kurdên bakur bi taybetî bike û bersiva wan bide. Olf Palme jî di bersiva xwe de sipasiya wî kir ku bi rêya wî bêtir pirsa Kurd nas kiriye û soz jî da ku piştgiriya daxwazên gelê Kurd bike."

Di semînera dehsaliya Mehmûd Baksî de, çend dîmen û wêneyên Mehmûd Baksî û hinek lawikên –stranên- wî bo beşdaran hatin pêşkêş kirin.

Dema di 19.12.2000an de koça dawî kir, termê Mehmûd Baksî birin Amedê û ji aliyê 70 hezar kesan hat pêşwazîkirein û bi wî welatî çad bû ku jiyana xwe jê re terxan kir, lê hê jî "serê çiya bi dûman e" ev strana ku wek Kemal got: "Mehmûd Baksî pir jê hez dikir û her dema lê guhdarî bikira, rondik ji çavên wî dihatin xwarê."

`Serê welatê Mehmûd Baksî hê bi dûman e`

Inga kommentarer: