به‌خێربێن بۆ وڵاتی خۆتان



06 februari 2011

Ger dewleta Misirê hilweşe hemû wê li pey biçin


Kawa Emîn


Lihevçûnek navbera rewşa îro ya welatên Ereb de derbaz dibe û li gel serhildana tevgera nasyonalîzma Ereb a ku ji despêka sedeya derbazbûyî ve serî hildaye, bi piştgiriya İnglîz û Frensa bûye despêkek bo hilweşandina dewleta Osmanî. Wê demê daxwaza nasyonalîzmên Ereb a herî mezin ew bû ji bin deshilatdairya Tirkan rizgar bibin, lê ti welatek Ereb nekarî sîstemek demokrat bike bingehek ji bo deshilatdariya xwe. Belkî gelek dewletên dîktatorî damezirandin, vêca yan ji aliyê malbatekê ve wekî welatên Kendavê dihatin rêvebirin yan jî serokên yekane yê welatên wekî; Misir, İraq, Sûrye, Lîbya û wekîdin... Niha ji 22 welatên ku jêre dibêjin, dewletên Ereb tenê li Libnan, Filistîn û İraq’ê hilbijartin tê kirin. Lê hilbijartin li wan welatan nebûye sedemê aramiya siyasî û aborî. Eger em li gel welatên Ewrûpa berhev bikin, ew her sê welat bi berdewamî di nav pirsgirêkên olî û neteweyî de ne, eger tifaq nebe wê ji ber hev hilweşin.
Li aliyê din mirov dikare bêje, Ereb çerxekê paşve ketin û nekarîn sîstemek dadperwerane û her çi nebe bi awayê xwe bikin bingeh. Rojnamevanek Swêdî di gotarek a xwe de behsa wê yekê dike ku rêkeft nîne, welatên Ereb feqîrin. Piştî xwepêşandanên Misrê, ji ber bi hilweşîna Hûsnî Mûbarek, welatên Ereb ên bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn wê yek li pey yekê hilweşin. Eve rastiya wê ye, lê erê Mûbarek wê wekî Bin Elî bê rakirin ku zêdetirî 30 salane sîstemek wek ya tevna pîrebokê hûnandiye, li navçeyê xwediyê artêşek bihêze û Amerîka jî piştgiriyê lê dike?
Mirov dikare di bersiva vê pirsê de bêje, erê. Ji ber ku di serdama şah de heman çarenivîs bû şansê Îran’ê jî. Her çendî ku Amerîka li pişt bû, xwediyê dezgehek sîxûrî û artêşekî bihêz jî bû. Lê hemû gûhertinan têkilî bi wê pêla nerazîbûnan ve heye, erê wê çend bikare li ber xwe bide. Ya eşkere ew e ku di wî navî de ti hêzek siyasî wekî Îslamiyan qezanc nakin û dibe ku bi kîn siwarî pêla xwepêşandanan bibin. Di dawî de Xumeynî û hevalên wî jî di dema şoreşa gelên Îran’ê de heman tişt kirin, eger na ne ew bi xwe bûn matora şoreşê. Lê wekî şofêrek zîrek şemendefira xwe bi aqarekê de bir ku di qezenca wan de bû. Ji ber vê yekê dibe ku hêzên Îslamî heman tişta li Îran’ê rûdayî dûbare bikin. Ji ber ku encama dawî ya siyaseta Amerîka ya li wê navçeyê, bûye avek bi herî û dirije ser aşê Îslamiyan. Li gel wê yekê ku şoreş û nerazîbûn bi temamî şerî’îne, lê nebûna alternatîfê ji derveyî Îslamiyan rewşê ber bi baştirbûnê ve nabin. Belkî eger Îslamî bên ser deshilatdariyê, li wan welatan gûman tê de nîne ku wê hemû azadiyan nekû berteng bikin, belkî wê her azadiyê nehêlin. Li navçeyê Îran û Talîban dû mînakên diyarin. Diyare bi ti awayî armanca min ne ew e ku parastina mana wan rejîman a li ser wan bikim e, belkî armanca min ew e ku divê alternatîfek baştir a gel hebe.
Şoreşa vê carê şoreşa nan û dijî gendeliyê ye, kêmtir behsa azadî û demokrasiyê dike. Mirovên Rojhilata Navîn ji hemû tiştê westiyan û eger çi ne tiştek aqilaneye ku Kurdistan wekî Tunûs’ê bê temaşekirin, lê eger ev cûdahiya çînî ya li Kurdistan’ê serî hildaye, pêdeçûnê jêre neke. Armanc ne tenê sozên li ser kaxezê ne, belkî kesên diziya vî welatî kirîn, divê vegerênin bo xezîneya dewlet û gel. Ev yek ti deshilatek a li Rojhilata Navîn nikare bi rihetî serê xwe dane ser balifk!
Ereban çerxek bi dîktatoran ve derbaz kirin, lê bi nêrîna min wê di pêşerojê de jî li navçeyê dîktatorî berdewam bike. Lê bi awayek din û dîktatoriyek ayînî. Dibe ku hinek kes di wê baweriyê de bin, hema çi nebe wê di aliyê giyanî de aramiyê bide wan. Ji ber ku beşek ji gelên Rojhilata Navîn dixwazin zigê wan têr be û garantiya wê dinyayê jî hebin. Li gel vane hemûyan jî, hêj zû ye aqûbeta hilweşandina kelha dîktatorên Ereb lê bidin. Ji xwe divê ji bîra me neçe ku Sovyet hilweşa û dîwarê Berlîn’ê têkda, lê hêj xebera Ereban ji ti tiştê nebû!

Inga kommentarer: